Li gorî Trump, Îranê venêrîna nukleerî qebûl kir
Serokê DYE’yê Donald Trump îdia kir ku Îranê venêrîna nukleerî ya navneteweyî “bi tevahî qebûl kir”. Lê rêveberiya Tehranê berê diyar kiribû ku ew ê destûrê nedin venêrîna UAEA’yê.
Serokê DYE’yê Donald Trump îdia kir ku Îranê venêrîna nukleerî ya navneteweyî “bi tevahî qebûl kir”. Lê rêveberiya Tehranê berê diyar kiribû ku ew ê destûrê nedin venêrîna UAEA’yê.
Serokê DYE’yê Donald Trump li ser medyaya dîjîtal Truth Socialê daxuyanî da û îdia kir ku Îranê venêrîna nukleerî ya demdirêj û berfireh qebûl kiriye.
Trump got, "Îranê ji bo demek dirêj (heta hetayê) di asta jor de venêrîna nukleerî qebûl kir. Ev yek wê duristiya di warê nukleerî de misoger bike."
Daxuyaniya Trump di dema muzakereyên di navbera Îran û DYE’ê ku li Swîsreyê berdewam dikin de hat.
Rêveberiya Îranê beriya daxuyaniya Trump ragihand ku vekirina tesîsên nukleerî yên sereke yên ku ji hêla Îsraîl û DYE’yê ve hatine bombebarankirin ji bo venêrîna Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) ne di rojevê de ye.
Rayedarên Îranê hinceta fikarên ewlehiyê dan pêş û destnîşan kirin ku ew ê destûra lêkolîna ji bo tesîsên ku di êrîşan de xisar dîtine nedin.
Nediyariya di gihîştina tesîsên nukleerî di heman demê rewşa depoyên uranyûma dewlemendkirî yên Îranê de pirs nîşanan zêde dikin.
Rêveberiya Washingtonê derbarê xebatên nukleerî yên Îranê de daxwaza zelaliyê dike. Tehran jî îdîa dike ku armanca wê ne pêşxistina çekên nukleerî ye û ew bernameya nukleerî bi armanca sivîl dimeşîne.
Li gorî daneyên UAEA’yê, Îran di nav welatên ku nexwediyê çeka nukleerî ye û welatê yekem e ku uranyûmê heta ji sedî 60 dewlemend kiriye.
ŞANDEYA DYE’YÊ: ÎRAN WÊ JI NÛ VE MUFETÎŞAN VEXWÎNE
Cîgirê Serokê DYE’yê JD Vance yê ku serokatiya şandeya DYE’yê ya muzakereyên li Swîsreyê dike, di daxuyaniya roja Duşemê de gotibû ku Îranê ji nû ve vexwendina mufetîşên UAEA’yê qebûl kiriye.
Lê daxuyaniyên dawî yên Tehranê nîşan dide ku li ser çarçoveya venêrînê û kîjan tesîsan digire nav xwe, di navbera aliyan de nêrînên cîdî yên cuda hene.